Li Bendava Tişrînê pêşangehek hat vekirin

Li Bendava Tişrînê ji bo bîranîna şehîdan pêşangeheke wêneyan hat vekirin.

Li Bendava Tişrînê pêşangehek hat vekirin
Li Bendava Tişrînê pêşangehek hat vekirin
Li Bendava Tişrînê pêşangehek hat vekirin
Li Bendava Tişrînê pêşangehek hat vekirin
Li Bendava Tişrînê pêşangehek hat vekirin
Li Bendava Tişrînê pêşangehek hat vekirin
20 sibat, 2025   13:00
BENDAVA TIŞRÎNÊ

44 roj e gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina Bendava Tişrînê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, çalakiya nobetê didomînin. Şêniyên ji kantona Cizîrê ku duh bi şev gihaştin bendavê, çalakî dewr girt.

Bi armanca bîranîna 24 şehîdên berxwedana Bendava Tişrînê ku di nav de 3 rojnamevan hene, îro pêşangeheke wêneyan li bendavê hat vekirin. Wêneyên 24 şehîdên berxwedana bendavê, her wiha wêneyên ku bi destan hatine xêzkirin, kamereyên rojnamevanên şehîd, defter û pênûsên wan hatin pêşandan. Li ber wêneyên şehîdan jî mûm hatin pêxistin.

Di pêşangehê de hunermend Keder Hisên axivî. Keder Hisên şehîdên berxwedana Bendava Tişrînê bi bîr anîn û soza domandina rêya wan da. Her wiha banga domandina berxwedanê û parastina destkeftiyên şoreşê kir.

) bb)

ANHA