Goristaneke xiristiyanan hat xirabkirin

Li gundewarên Humisê goristaneke taybet a xiristiyanan hat xirabkirin.

Goristaneke xiristiyanan hat xirabkirin
20 sibat, 2025   12:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Metraniya Suryaniyên Ortodoks ên Hums, Hama û Tartûsê, bi daxuyaniyekê ragihand ku goristana wan a li bajarokê Zeydel ê Humsê hatiye xirabkirin. Metraniyê diyar kir ku ev kiryar, li dijî nirxên exlaqî û mirovî ye û bêrêziya li hemberî miriyan e.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, divê rêz li pîrozî, goristan û deverên olî bê girtin.

Ji dîmenên ku li ser medyaya dîjîtal hatine parvekirin, texrîbata li goristanê hatiye kirin, şikandina xaçan û sembolên olî diyar dibin. Gelek sûriyeyiyan li hemberî van kiryaran bertek nîşan dan.

(bb)