Gef li nûçegihana NÛJINHA’yê tên xwarin

Nûçegihana NÛJINHA’yê Şexaf El Omar û jinên ku pê re hevpeyvîn çêkirine, li Helebê rastî gefên kesên nasnameyên wan nediyar tên.

Gef li nûçegihana NÛJINHA’yê tên xwarin
20 sibat, 2025   13:01
NAVENDA NÛÇEYAN

NUJINHA’yê ragihand ku kesên nenas gef li nûçegihana wan Şexaf El Omar a li Helebê xwarine û îşkence li jinên ku berê ji ajansê re axivîne, kirine. 

Nûçegihan Şexaf El Omer têkildarî mijarê ji NÛJINHA’yê re axivî û got: “Ev demeke dirêj e ku min hewldanên xwe ji bo aşkerakirina kiryarên ku li ser jinan li herêmên pevçûn lê hene, kirine. Bi rêya pênûsa xwe min rastiya jinên ku bi tunekirin û paşguhkirinê re rû bi rû diman, dianîn ziman.”

Şexaf El Omer got gef bi peyamên kesên nasnameyên wan nediyar an hewldanên tirsandinê yên derve  sînordar nebûne û wiha pê de çû: “Ew di nava malbata min de jî belav bûn. Yek ji malbata min a ku ji bo nivîsandina rastiyê destek dida min, êdî karê min ji bo min wek xeter dibîne. Wî hewl dida min bide bawerkirin ku ev gef dê bibin rastî. Wî ji min re bi baldarî digot ‘Ev ji bo qenciya te ye, ger tiştek bibe, kes nikare te biparêze.’ Lê min ji aliyek din ve, ev pêvajo didît ku nivîsandin ne tenê peyvên li ser kaxiz e, ew dengeke û êdî ez nikarim dengê xwe veşêrim. Min jê re got ku ew tirsa ku hîs dike, beşek ji pirsgirêkê ye. Bêdengî wê dinyayê bê edalettir bike û dê zêdetir rê li ber destdirêjiyan veke. Wî çiqas hewl da ku ez dev ji kar berdim, min ewqas bi hêztir bi pênûsa xwe girt. Min dizanibû ku rawestîn, dê were wateya têkçûneke ku ez ne amade me qebûl bikim.”

Şexaf El Omar destnîşan kir ku gef piştî demeke êdî bûne bangên rasterast û wiha berdewam kir: “Dengên bilind ferman didan min ku dev ji nivîsandinê berdim. Hişyarî da min ku ez xetên sor derbas nekim. Mîna ku ragihandina rastiyê bûye sûcek ku ceza dixwaze. Her ku ez telefona xwe vedikim, ez peyamên nû dibînim. Di hinek ji wan peyaman de gefên eşkere hene, hinek jî bi îdiya ku ‘Ji bo qenciya min’ hatine şandin. Tirs êdî ne tenê hestek derbasbûyî ye. Di her kêliyê de heye. Mîna siya giran ku li cîhên herî bi ewle jî li pey min tê. Tengezarî bûye parçeyek ji roja min û bi her agahiyekê ku distînim, xemgînî zêde dibe. Ji ber ku dizanim yê ku îro gefan li min dixwe, dibe ku sibê hewl bide gefa xwe pêk bîne.”

Şexaf El Omar zanîn ku ev gef ne tenê li ser jiyana wê xetere bûne, jiyana jinên ku bi rêya nivîsandinê dixwestin ji bêdengiyê derkevin jî kirine xetereyê û got: “Yek ji wan jinên ku îfadeyên wan hatin weşandin, piştî çend seatan rastî lêdana mêrê xwe hat. Ji ber wêrekiya wê ya axaftinê û eşkerekirina rastiya xwe wiha bû. Jinek din jî, ji ber ku êşa xwe ya jiyanî anîbû ziman ji mala xwe hat avêtin.”

Nûçegihana NÛJINHA’yê biryardariya xwe carek din anî ziman û got: “Gelek kes dipirsin ku tevî xeterbûnê em ê çawa berdewam bikin? Ji ber ku bêdengî ne çareserî û biryar e. Ji ber ku jinên ku dixwazin biaxivin, pêwîstiya wan bi parastinê heye. Ev gefên ku li rojnemevan û çalakvanan tên xwarin tenê ji bo tirsê di nava civakê de biçînin û dengê azadiyê bêdeng bikin tên kirin.”