Li başûrê Fransayê mesa 3 rojan dest pê kir

Li başûrê Fransayê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşa ku dê 3 rojan bidome dest pê kir.

Li başûrê Fransayê mesa 3 rojan dest pê kir
9 sibat, 2024   18:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Li başûrê Fransayê meşa 3 rojan a ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan dest pê kir.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo şehîdên şoreşa Kurdistanê li Martîgûesê,  bi daxuyaniya çapemeniyê starta meşê hat kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku, “Bi berxwedanê em ê azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe ji nû ve bi dest bixin. Em meşên ji bo Rêber Apo hatine destpêkirin silav dikin. Serkeftin a berxwedêran e.”

Di navbera Martîgues û Marîgnaneyê de 15 kîlometre dê bê meşandin û qonaxa roja ewil dê danê êvarê li ber şaredariya navendî ya Marîgnaneyê bi dawî bibe.

Dîsa 10’ê Sibatê saet 11.00’an dê dê ji ber şarederiyê ber bi St Antoîneyê bê meşandin. Di roja dawî jî meşvan saet 10.00’an ji ber St Antoîneyê dê dest bi meşe bikin, gel jî wan li qada Canebîreyê pêşwazî bike. Saet 13.00’an dê li vir daxuyanî bê xwendin û meş dê li ber Parlementeyo Ewropayê bi mitîngekê bi dawî bibe.