’Di 2 rojan de 300 jin hatin qetilkirin’

Wezîra Kar û Barên Civakî ya Sûdanê, Selîma Îshak ragihand ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn di 2 rojên pêşîn ên ketina nav bajêrê Faşirê de 300 jinan qetil kiriye.

’Di 2 rojan de 300 jin hatin qetilkirin’
2 mijdar, 2025   12:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîra Kar û Barên Civakî ya Sûdanê Selîma Îshak ragihand ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn di 2 rojên pêşîn ên ketina bajêrê Faşirê de 300 jin qetil kirine. Selîma Îshak bûyerên li Faşirê wekî "paqijkirina etnîkî ya sîstematîk û sûcek mezin" bi nav kir û got "Li Faşirê destdirêjiya cinsî, tundûtûjî û îşkence li jinan tên kirin. Hînajî îşkence, îstîsmar, tundûtûjî  û biçûkxistin li xelkê bajar tê kirin. Tiştê ku li vir diqewime paqijiya etnîkî ya sîstematîk e û sûcek mezin e ku her kes bi bêdengiyê çavên xwe ji wê digire. "

Selîma Îshak, destnîşan kir ku kesên ku ji ber êrişan ji Faişrê reviyane bajarokê Tavila jî di xetereyê de ne û got, "Ji ber ku rêyên di navbera van herêman de veguheriye rêyên mirinê. "

Ji 15’ê Nîsana 2023’an vir ve li Sûdanê di navbera artêş û Hêzên Piştevaniya Lezgîn ên ji derve piştgiriya wan tê kirin de şerên dijwar diqewimin.

Faşirê, bajarê herî mezin ê herêma Darfûrê li rojavayê welêt, piştî şerên dijwar bi piranî ket bin kontrola Hêzên Piştevaniya Lezgîn.

Dîmenên ji aliyê Hêzên Piştevaniya Lezgîn ve hatine weşandin kêliyên ku hêzên wê bi zorê sivîlan ji cihên xwe derdixe û bi dehan mirovên bêçek li bajêr komkujî û îşkence kirin, tomar kirin, ku bi deh hezaran kes ji ber şer reviyabûn.