Şepêla Jinên Azad ên Başanê: Armanca me belgekirina binpêkirinan û piştgiriya jinan e

Seroka Şepêla Jinên Azad ên Başanê diyar kir ku armanca wan piştgirî û perwerdekirina jinan û belgekirina binpêkirinan e.

Şepêla Jinên Azad ên Başanê: Armanca me belgekirina binpêkirinan û piştgiriya jinan e
26 mijdar, 2025   06:22
SIWÊDA

Seroka Şepêla Jinên Azad ên Başanê (Teyar Herayir Başan) ku berî çend rojan li Siwêdayê hatibû ragihandin, parêzer Henan Hesen Şerefedîn li ser sedemên damezirandina tevgerê, armancên wê yên sereke û rola wê di xizmetkirina jinên Sûriyeyê de ji ajansa me re axivî.

Henan Hesen Şerefedîn anî ziman ku Şepêla Jinên Azad ên Başanê şepêleke jinan e, dengê jinên azad e, sîwana têkoşîna jinan a ji bo pêkanîna edalet, wekhevî û parastina rûmetê ye.

Henanê got ji baweriya ku dikarin guhertinê bikin û rola wan a çalak di parastina maf û azadiyê de, her jinek bêyî qeydan baweriyê bi armanc û rêgezên şepêlê tîne.

Der barê xebatên şepêlê de Henan Şerefedîn da zanîn ku ew plan dikarin ku fikrên şepêlê belavî beşeke mezin a hundir û derveyî çiyayê Başanê û piştevaniya jinan, nemaze yên hatine revandin mezin bikin, tevkariyê bi rêxistinên mirovî re ava bikin. Her wiha got: “Em dixebitin ku bi rêya panel û semîneran civakê pêş bixin û mafên jinan bi wan bidin nasîn, di heman demê de projeyan ji bo jinan bidin destpêkirin da ku xweseriya wan pêş bikeve û rola wan di karê û barên sivîl de neyên paşguhkirin."

Parêzer Henan bi bîr xist ku şepêla wan di rewşeke dijwar de hat avakkirin ku binpêkirin li Cebel Başan têne kirin û saziyeke rêxistinkirî ya jinan ku bi yek dengî mafên wan biparêzin jî tune ne. Her wiha îşaret pê kir ku pêdivî bi şepêlekê hat dîtin ku jinan bîne gel hev, binpêkirinan belge bike û qada rêvebirinê bide jinan ku bi awayekî çalakî di civakê de bixebitin.

Henan Şerefedîn têkildarî têkiliyên wan bi rêxistinên jinan re got: "Di mijara doza jin û revandiyan de em dê bi tevahî rêxistinên hiqûqî û mirovî re tevkariyê bikin, li gorî armancan jî pispogeriyan bi hev veguhêzin. Dê xweseriya tevgerê û biryarên wê yên azad werin parastin û ne girêdayî tu aliyî yan ajandeyên derve be."

Henanê da zanîn ku tevger di hemû astan de destekê didin jinên Durzî, Elewî, Kurd û Xiristiyan.

Henan bal kişand ser rêziknameya şepêlê û wiha pê de çû: "Nasnameyê destnîşan dike, xebatên wê yên îdarî û mirovî bi rêxistin dike. Encam mîsogerkirina karekî rêxistinî û parastina endaman, rêgirtina li ber tevliheviyê ye. Yekkirina nêrîn û armancên hevpar, avakirina lêvegereke qanûnî ku di dema nakokiyan de were esas bê girtin, pêşxistina dirûştinê li pêşberî civakê û rêxistinên mirovî."

Henan têkildarî ku endam sûdê ji şepêlê digirin got, derfetê rasteqîn dide jinan da ku bibin beşeke rasteqîn ji hêza jinên çalak a ku rûmet û mafan biparêzin, destekê derûnî û civakî didin wan, jinên endam karibin bandorê çêbikin û guherînê ava bikin ku di qanûnên hişt ên li dijî jinan de.

Henan Şerefedîn behsa jinên Kurd jî kir û diyar kir mînake zindî ya jinên çalak in ku hebûn û rola xwe ya siyasî, leşkerî û hiqûqî di parastina mafên jinên Kurd de îsbat kirin.

Seroka Şepêla Jinên Azad ên Başanê (Herayir Başan) Henan Şerefedîn di dawiya axaftina xwe da zanîn ku Şepêla Jinên Azad ên Başanê şepêleke siyasî civakî ya serbixwe ye, piştgiriyê dide jinan û tevahî tevgerên siyasî yên ji bo berjewendiya Çiyayê Başan û berjewendiya giştî dixebitin.

22’yê Mijdarê damezirandina Şepêla Jinên Azad ên Başanê di civînekê de ku li bajarê Siwêdayê hatibû lidarxistin, hat ragihandin.

(bb)

ANHA