Li Bakurê Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê çalakiyên ˊDeng Bide Azadiyêˊ

Di çarçoveya pêngava navneteweyî ya ˊJi Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserîˊ de çalakiyên ˊDeng Bide Azadiyêˊ li Bakurê Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê dewam dikin.

Li Bakurê Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê çalakiyên ˊDeng Bide Azadiyêˊ
7 tebax 2024   20:58
NAVENDA NÛÇEYAN

 ÎZMÎR

Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAYDER) û malbatên girtiyan, li ber Girtîgeha Kiriklara Îzmîrê kom bûn û çalakiya “Deng bide azadiyê” li dar xistin. Pankart hat vekirin û dirûşm hatin berzkirin.

Hevseroka DEM Partiyê ya Îzmîrê Vezan Karabûlût di çalakiyê de axivî û destnîşan kir ku heta tecrîd bi dawî bibe dê têkoşîna xwe bidomînin û got: “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Tecrîda ku li Îmraliyê dest pê kiriye li tevahiya girtîgehên Tirkiyeyê belav bûye. Hişyariyên saziyên mafên mirovan li ber çavan nayên girtin. Li girtîgehan bi binpêkirinên mafan cara duyemîn girtiyan ceza dikin. Heta ku tecrîd û binpêkirinên mafan bi dawî bibin wê li ber girtîgehan çalakiyên me berdewam bikin.”

Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.

EDENE

Bi pêşengiya malbatên girtiyan jî bi beşdariya nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî li ber Girtîgeha Kurkçulera Edeneyê daxuyanî hat dayîn û çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA'yê, rêveberên HDK, DBP, DEM Partî û AYKAY-DER'ê tevlî çalakiyê bûn.

Polîsan bi beriyan ber girtîgehê dorpêç kir û destûr neda girse biçe ber girtîgehê. Girseyê li cihekî nêzî girtîgehê ji wesayîtan peya bûn û bi berzkirina dirûşmeyan û lîlandinê ber bi girtîgehê ve meşiya. Polîsan pêşî li girseyê girt û di dorpêça polîsan de daxuyanî hat dayîn. Hevserokê DEM Partiya Edeneyê Seyfettîn Aydemîr daxuyanî da û destnîşan kir ku bingeha hemû pirsgirêkan tecrîdkirina Abdullah Ocalan û xwest demildest tecrîd bê rakirin.

Piştî daxuyaniyê girse çalakiya rûniştinê li dar xist û paşê meşek kurt li dar xist.

MÊRSÎN

Li Mêrsînê jî bi pêşengiya malbatên girtiyan çalakiya "Deng bide azadiyê" hat lidarxistin. Çalakî di hefteya 16'emîn de li ber Girtîgeha Kampûsa Tarsûsê hat lidarxistin. Hevserokê DEM Partiya Mêrsînê Reşat Aşan daxuyanî da û xwest demil dest dawî li tecrîdê û binpêkirinên li girtîgehan bê anîn û rê li ber çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bê vekirin.

Piştî daxuyaniyê çalakî bi dawî bû.

BRUKSEL

41 meh in bi ti rengî agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê wergirtin. Ji bo şermezarkirina bêdengiya saziyên navneteweyî û bibîr xistina berpirsyariyên wan, çalakiyên Kurd û dostên wan li gelek welatan dewam dikin.

Vê roja çarşemê, li paytexta Belçîka Brukselê li Navenda Agahiyên Herêmî ya Ewropayê ya NY’ê çalakiya bêîteatiya sivîl, hate lidarxistin.

Hevdîtin bi rayedarên navendê re hate lidarxistin û têkildarî rewşa li Îmraliyê agahî hatin xwestin û banga ketina nava liv û tevgerê hate kirin.

Li dora avahiya polîsan, tedbîrên berfireh hatin girtin. Çalakî piştî hevdîtinê bi dawî bû.

DUSSELDORF

Federasyona Civaka Azad a Mezopotamyayê (FED-MED) li ber avahiya Partiya Keskan a li bajarê Dusseldorfê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Di daxuyaniyê de cezayên dîsîplînê, qedexeya hevdîtinê û tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin şermezarkirin û nerazîbûn ji bêdengiya Partiya Keskan re hate nîşandan ku hevparê hikumeta Elman e.

Kurdistaniyan tevî dostên xwe pankarta bi nivîsa "Ocalan Menschenrechte sind nicht verhandelbar!" (Mafê mirovan ê Ocalan ne mijara bazariyê ye) hildan û bêdengiya li hemberî êrişên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd şermezar kirin.

Di dema çalakiyê de Berpirsyarê Eyaleta NRW ê Partiya Keskan hat ber avahiyê û hevdîtin bi rayedarên FED-MED'ê re kir. Rayedarên FED-MED'ê ji hikumeta Elman û Partiya Keskan xwest ku li hemberî tecrîdê helwestê nîşan bidin.

FRANKFURT

Çalakiya rûniştinê ku li bajarê Frankfurtê ji aliyê FCDK-KAWA ve ji bo 3 rojan hate destpêkirin, di roja duyemîn de dewam kir.

Di axaftinên çalakiyê de hate destnîşan kirin ku gelê Kurd heta ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk neyê, çalakiyên xwe bidomînin û wiha hate gotin: “Ji ber ku tecrîda li ser Rêbertiyê ne tenê li zîndana Îmraliyê dewam dike. Cezayê darvekirinê ku îro li zîndanên Îranê li aktivîstên jin ên Kurd hatiye dayîn û operasyonên dagirkeriyê yên faşîzma AKP-MHP’ê parçeyek ji tecrîdê ye.”

Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.

VIYANE

Li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan ji aliyê DemKurd a Viyaneyê ve li pêşiya Parlementoya Awistralyayê çalakî hat lidarxistin. Çalakvanan tevahiya 3 saetên çalakiyê danezanên têkildarî tecrîdê belav kirin û derbarê rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de agahî dan.

Çalakvanan gelek caran dirûşmeya “Bijî Serok Apo” berz kirin.