Ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re serlêdan kirin

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. 

Ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
5 kanûn, 2023   11:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Ozgurk Faîk Erol û Mazlum Dînç ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêber Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û zêdetirî 33 meh in tu agahî jê nayên girtin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Di heman demê de parêzeran ji bo hevdîtina bi girtiyên din ên li Îmraliyê tên ragirtin Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serî li serdozgerî û midûriyeta girtîgehê dan.

HEVDÎTINA DAWÎ

Parêzerên herî dawî di 2011’an de bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribûn. Di nava 8 salan de Rêber Abdullah Ocalan bi tu awayî nekarî bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re, di sala 2018’an de bi pêşengtiya Hevseroka Giştî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven çalakiya greva birçîbûnê hatibû destpêkirin, çalakî li girtîgehan belav bûbû û di encama çalakiyê de parêzeran 5 hevdîtinên cuda bi miwekîlê xwe re kiribûn. Hevdîtina herî dawî jî di 7’ê tebaxa 2019’an de hatibû kirin. Piştî vê hevdîtinê jî ji bo astengkirina hevdîtinan biryarên qedexeyê hatin dayîn û hevdîtin nayên kirin. 

BIRYAR NÛ YA ‘QEDEXE’Y

Biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran re ya herî dawî, di 31’ê cotmeha 2023’yan de hate dayîn. Ji ber ku dema biryara qedexeya di 26’ê nîsanê de bi dawî dibû, parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê di 6’ê mijdara 2023’yan de ji bo hevdîtinê serî li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê dan. Piştî serlêdana parêzeran, derket holê ku di 31’ê cotmeha 2023’yan de careke din ji bo 6 mehan biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hatiye dayîn.

Parêzeran naveroka biryara qedexeyê û mînaka dosyayê xwestin lê dadgeriyê bi hinceta “ewlehiyê” ev daxwaz red kir. Parêzer dê ji ber biryara nû serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bidin.