Y.J.Ê.Rˊê bi boneya cejna Remezanê peyamek da

Y.J.Ê.Rˊê bi boneya cejna Remezanê peyamek pîrozbahiyê da û hêvî kir ku ev cejn bibe destpêka pêşxistina nirxên hezkirinê, hevdîtin û jiyana hevbeş.

Y.J.Ê.Rˊê bi boneya cejna Remezanê peyamek da
19 adar, 2026   23:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava (Y.J.Ê.R) bi boneya Cejna Remezanê peyamek da, diyar kir ku cejna Remezanê firseta nûkirina têkiliyên civakî di navbera gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhate û taîfeyên wê de ava dike û hêvî kir ku ev cejn bibe destpêka pêşxistina nirxên hezkirin, hevdîtin û jiyana hevbeş.

Di peyamê de hat gotin ku divê hewldana hevbeş ji bo pêşerojeke baştir, ku bi azadî û rûmetê ve girêdayî ye, bê meşandin. Ev jî di çarçoveya dewleteke Sûriyeyî ya demokratîk de pêk were; dewleteke ku rêzê li mafên hemûyan digire û deriyê hêviyê li ber hemû welatiyên xwe bê cudahî vedike.

Y.J.Ê.Rˊê di dawiyê de hêvî kir ku ev cejn bi bawerî û aştî vegere û ruhê xweşbîniyê di dilên tevahî ber bi aştî û hezkirinê ve geş bibe.

(fr)