Li Antalya û Hatayê çalakiyên piştevaniya bi Rojava re

Platforma Saziyên Demokratîk di çarçoveya 1'ê Sibatê Roja Piştevaniya bi Rojava re ya Cîhanê li Antalya û Hatayê daxuyanî dan.

Li Antalya û Hatayê çalakiyên piştevaniya bi Rojava re
1 sibat, 2026   17:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Platforma Saziyên Demokratîk bi wesîleya 1'ê Sibatê Roja Piştevaniya Rojava ya Cîhanê, li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê meş li dar xist û daxuyanî da. Di meş û daxuyaniyan de diruşmên silavkirina berxwedan û gelê Rojava hatin bilindkirin.

ANTALYA

Platforma Saziyên Demokratîk a Antalyayê û Hatay, di çarçoveya 1'ê Sibatê Roja Piştevaniya Rojava ya Cîhanê de li Rêxistina DEM Partiyê ya Antalyayê daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta “Rojava wijdan e, azadî ye, berxwedan e” hate hilgirtin.

Rêxistina DEM Partiyê ya Îskenderûnê, di çarçoveya 1'ê Sibatê Roja Piştevaniya Rojava ya Cîhanê de li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Îskenderûnê daxuyanî li dar xist.