Li Amûdê komeke din a ciwanan bersiva seferberiya giştî da

Komeke din a ciwanan li bajarê Amûdê ji bo piştgiriya hêzên leşkerî û ewlehiyê bersiva seferberiya giştî da.

Li Amûdê komeke din a ciwanan bersiva seferberiya giştî da
2 sibat, 2025   23:53
AMÛDÊ

Digel êrişên bênavber ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ragihandina seferberiya giştî ji hêla Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve komeke din a ciwanên bajarê Amûdê li kêlek QSDˋê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn sekinin.

Ev gav, ji bo tedbîrgirtina li hember her tevgereke şaneyên DAIŞˋê û şaneyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li dijî bajar û gundewarê Amûdê, pêk hat.

Berê jî li Amûdê û bi dehan bajarên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tabûrên parastina herêmê hatin avakirin.

(fr)

ANHA