El Colanî li Siûdiyê bi Bin Selman re civiya

Welîehdê Erebistana Siûdî di hevdîtina xwe de ya bi El Colanî re pêşdeçûnên li herêmê û têkiliyên Siûdiyê bi Sûriye û gelê wê re nîqaş kirin.

El Colanî li Siûdiyê bi Bin Selman re civiya
2 sibat, 2025   23:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Welîehdê Siûdiyê mîr Mihemed Bin Selman îro li Erebistana Siûdiyê serokê desthilata Şamê Ebû Mihemed El Colanî pêşwazî kir. Her du aliyan pêşdeçûnên li herêmê nîqaş kirin.

Ev serdana yekemîn a Ebû Mihemed El Colanî ye, piştî hat ser desthilatê.

Ajansa nûçeyan a Siûdiyê (SPA) ku agahiyên xwe dispêre daxuyaniya hikumetê diyar kir ku welîehdê Siûdî têkiliyên dualî yên navbera her du welatna de nîqaş kir.

Her wiha Ebû Mihemed El Colanî jî bi mîr Mihemed Bin Selman re li ser planên pêşerojê yên enerjî, teknolojî, perwerde û tendrustiyê axivî.

(fr)

ANHA