Li Amûdê Kargeha dirûtinê ya Amargî hat vekirin

Komîteya Aborî ya Jinan kargeha dirûtinê ya jinan, bi navê  "Amargî" li Amûdê vekir.

13 îlon, 2025   14:25
QAMIŞLO

Komîteya Aborî Jinan li bajarê Amûdê yê kantona Cizîrê, bi merasîmekê kargeheke dirûtinê ya jinan a bi navê "Amargî" vekir. Endamên rêxistinên civaka sivîl, Kongra Star û şêniyên bajêr tev li merasîma vekirinê bûn.

Di merasîma vekirinê de ji rêveberên Meclisa Aborî ya Jinan a Kantona Cizîrê, Xaliya Necar axivî  û destnîşan kir ku armanca vekirina vê kargehê ew e ku rola jinan di civakê de zêde bike û wan ji hêla aborî ve bihêz bike, da ku bikaribin dahata xwe ya kesane û ya malbatên xwe peyda bikin.

Piştî axaftinê, kargeh ji hêla dayika Şehîd Berfîn Esma Ehmed ve , bi dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî" hate vekirin.

Di kargehê de 7 jin dixebitin, her wiha 11 makîneyên dirûnê û beşê ûtiyê jî heye.

Berhemên kargehê dê li dikan û bazarên bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê werin firotin.

Du kargehên jinan ên dirtûtinê bi navê Amargî li bajarên Tebqa û Hesekê hatine vekirin.

(k)

ANHA