Li Amêdiyê şerek dijwar rû da

Li bajaroka Amêdiyê di saetên dereng ên şeva borî de li devera sor a Sêgirê ya ser bi bajaroka Amêdiyê şerek dijwar rû da.

Li Amêdiyê şerek dijwar rû da
20 hezîran 2024   12:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor dîmenên ku ajansa Rojnews’ê parve kirine di saetên dereng ên şeva borî de li devera sor a Sêgirê ya ser bi bajaroka Amêdiyê şerek dijwar rû daye.

Di dîmenan de guleyên ku bi hewayê de diçin tê dîtin, her wiha dengê guleyan û teqînek mezin tê bihîstin.

Li gor zanyariyan teqîn li nava baregeh û çeperên artêşa Tirk de rû daye.

Heta niha zanyariyên zelaltir li ser vî şerî nehatine bidestxistin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê jî hîna ti daxuyaniyek nedaye.