Balefirên dewleta Tirk sînorê Hewlêrê bombebarankirin

Dewleta Tirk a dagirker çiyayê Şêx Mensur yê li sînorê Balekayetî ser bi parêzgeha Hewlêrê bombebarankir. Lê heta niha zerer û ziyanên canî û madî yên êrişê nehatiye zanîn.

Balefirên dewleta Tirk sînorê Hewlêrê bombebarankirin
20 hezîran 2024   12:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Êriş û bombebaranên dewleta Tirk dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê bê navber berdewamin. Li gorî çavkaniyên herêmî ragihandîn, beriya demek kurt dewleta Tirk a dagirker çiyayê Şêx Mensur yê li sînorê Balekayetî ya ser bi parêzgeha Hewlêrê bombebaran kir.

Hate diyarkirin ku dewleta Tirk bi balefirên şer herêmê bombebarankiriye.

Lê di derbarê zerer û ziyanên dewleta Tirk a dagirker de ti agahî nehatine belavkirin.

Hêjayî gotinêye ku balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker duh bi şev jî gundê Silê yê Binarê Qendîlê bombebaran kirin. Beriya du rojan jî balafirên dewleta Tirk a dagirker daristanên Berî Qopan yên li beramberî gundê Enzê yê Binarê Qendîlê û Çiyayê Metîna bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de agir bi daristanên her du herêman ket û şewat ji 24 saetan zêdetir nehate kontrolkirin.