Li  Amedê polîsan êrişên girsa gel kir

Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê, xwest li dijî êrişên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bimeşe û bi êrişa polîsan re rûbirû ma. Girse bi dirûşmeyan belavî kolanan bû.

Li  Amedê polîsan êrişên girsa gel kir
19 ÇILE, 2026   18:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê, êrişên HTŞ’ê û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwest bi meşekê protesto bike. Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û glek welatî ji bo meşê kom bûn. 

Girseya ku li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşuyoluyê hate gel hev, bi çepik, tililî û dirûşman xwestin ber bi Qada Şêx Seîd ve bimeşin.

 Girseya ku xwest bimeşe bi êrişa polîsan re rû bi rû ma. Girse bi dirûşma "Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan" belavî kolanan bû.