Di şeva Newrozê de cenazeyê şêniyekî li Efrînê hate dîtin

Di şeva Newrozê de cenazeyê şêniyekî di mala wî de hate dîtin. Hate zanîn îşkence lê hatiye kirin û dûre hatiye kuştin.

Di şeva Newrozê de cenazeyê şêniyekî li Efrînê hate dîtin
21 adar, 2024   12:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyan ji bajarê Efrînê yê dagirkirî, şeva Newrozê şêniyê bi navê Heysem Cemîl Ehmed (34) kuştî li mala wî hate dîtin. Hate zanîn şûna guleyekê li serê wî hebûye û li ser laşê wî şûnên lêdanê hebûne.

Heman çavkaniyan da zanîn ku Cemîl Ehmed karê berberiyê dikir û ji gundê Cilbirê yê navçeya Şêrawayê ye û li Efrînê dima.

(şx)

ANHA