Li Almanyayê meşên ji bo naskirina statuya siyasî ya Rojava

Li bajarên Almanyayê Kurdistanî û dostên wan ji bo mezinkirina piştevaniya Rojava û daxwaza naskirina statûya siyasî ya Rojava meş li da rxistin.

Li Almanyayê meşên ji bo naskirina statuya siyasî ya Rojava
6 sibat, 2026   22:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarên Almanyayê meşên ji bo piştevaniya Rojava û naskirina statûya wê ya siyasî li dar xistin.

OBERHAUSEN

Li bajarê Oberhausen ê Almanyayê bi beşdariya Kurdistanî û dostên wan ên alman, ji bo mezinkirina piştgiriya li dijî êrîşên li ser Rojava û gihandina daxwaza naskirina statuya siyasî ya Rojava ji raya giştî re, meşeke girseyî hate pêkanîn.

Meş li ber Oberhausen Hauptbahnhof Stasyona Navendî ya Trenê bi kombûna girseyê dest pê kir. Di çalakiyê de ku alên YPG û YPJ’ê dihatin hildan, girse ji ber stasyonê ber bi navenda bajêr ve meşiya. Di dema meşê de gelek caran sloganên “Bijî Berxwedana Rojava” û “Gelê Kurd yek e” hatin berz kirin.

Girseya ku meşa xwe li navenda bajêr bi dawî kir, dîsa hat ber Stasyona Navendî ya Trenê û li vir daxuyaniyeke kurt da. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku divê Rojava bigihîje statuyeke fermî û ya ku di qada navneteweyî de tê naskirin.

Çalakî bi çepik û sloganên hatin avêtin bi dawî bû.

BIELEFELD

Li bajarê Bielefeld ê Almanyayê, ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava û balkişandina ser li ser daxwaza naskirina statuya Rojava meşek hate lidarxistin. Çalakî ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demorkatîk hate lidarxistin û tevî Kurdistaniyan, xwendevanên zanîngehê û dostên wan ên Elman beşdarî meşê bûn.

Di meşê de peyama piştevaniya navneteweyî derket pêş û hate destnîşankirin ku tevî peymanên hatine îmzekirin jî dorpêça li ser Kobanê nêzî 17 roj in dewam dike û hîna nehatiye rakirin.

Meş ji Rawestgeha Trenê ya Bielefeld (Bahnhof) destpê kir. Di meşê de hate destnîşankirin ku divê destkeftiyên Rojava veguhere aştiyekî mayînde. Axaftvanên çalakiyê diyarkirin ku ew ê çalakiyên xwe heta misogerkirina pêşeroja gelên herêmê û naskirina statuya fermî ya Rojava bidomînin.

Di tevahiya meşê de dirûşmeyên,  “Şehîd namirin”, “Jin, jiyan, azadî”, “Kurdistan yek welat e”, “Gelê Kurd yek e”, “Terorîst Erdogan” û “Terorîst Colanî” hatin berzkirin.

Meş li Qada Kobaneplatz (Kesselbrink) bi mitîngejî bi dawî bû. Girseyê di mitîngê de stran û sirûdan got.

HANNOVER

Li bajarê Hannover ê almanyayê, çalakiyên piştevaniya bi Rojava re îro jî dewam kir. Bi tevlîbûna sedan kesan meşek hate lidarxistin. Di meşê de êrîşên li ser Rojava hatin protestokirin û daxwaza statuya siyasî ya herêmê hat kirin.

Çalakî ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Girseyê ku qadê tijî kir, destnîşan kir ku ew ê heta ku encameke teqez bigirin li qadan bin. Di axaftinan de ev peyam derket pêş, “Têkoşîna me wê heta azadiya Rojava dewam bike.”

Girseyê di tevahiya meşê de dirûşmeyên, “Bijî berxwedana YPG/YPJ”, “Jin, jiyan, azadî” ve “Terorîst Erdogan, terorîst Ocalan” berzkirin