Li Almanyayê komkujiya Kobanê hat protestokirin

Komkujiya Kobanê ku 7 jê zarok 9 kesên ji heman malbatê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, li bajarê Darmstadtê yê Almanyayê bi çalakiyekê hat protestokirin.

Li Almanyayê komkujiya Kobanê hat protestokirin
17 adar, 2025   22:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk li gundê Berxbotanê yê Kobanê bi SÎHA’yan êrişî malekê kir. Di êrişê de dayik û bav û 7 zarokên wan hatin qetilkirin. Komkujî li bajarê Darmstadtê yê Almanyayê bi çalakiyekê hat protestokirin.

Çalakî li qada Luisenplatzê hat lidarxistin. Çalakî bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Di çalakiyê de bêyî navber dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî berxwedana Rojava” hatin berzkirin.

Çalakî piştî axaftinên bi Almanî bi dawî bû.