Li Almanyayê cezaya hetahetayî li bijîşkekî Sûriyeyê hat dayîn

Dadgeheke Almanyayê cezaya hetahetayî li bijîşkekî Sûriyeyê da. Bijîşk bi gunehê pêkanîna sûcên dermirovî û êşkencekirina muxalifên rejîma Baas di nexweşxaneyên leşkerî de di navbera 2011 û 2012'an de, hat gunehbarkirin.

Li Almanyayê cezaya hetahetayî li bijîşkekî Sûriyeyê hat dayîn
16 hezîran, 2025   19:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Dadgeha Bilind a Frankfurtê ya Almanyayê cezaya girtina hetahetayî li bijîşkê Sûriyeyê Elaa Mûsa da. Mûsa bi gunehê pêkanîna sûcên dermirovî û êşkencekirina muxalifên rejîma Baas di nexweşxaneyên leşkerî de di navbera 2011 û 2012'an de, hat gunehbarkirin.

Ev darizandina yekemîn e ku bijîşkek bi gunehên kuştin û êşkencekirinê li Sûriyeyê tê gunehbarkirin.

 Darizandinê di 2022'yan de dest pê kir û ji 186 rûniştinan pêk hat. Di rûniştandinan de dadgehê li nêzî 50 şahid û qurbaniyan guhdarî kir. Dadgehê biryar da ku wî heta 15 salên din ji "berdana zû" (berî demê) bêpar bihêle. Ev biryar ji 8'ê Kanûna 2024'an ve biryara yekemîn e ku li dijî sûcdarê êşkencekirinê tê dayîn.

(mh)