Li Akademiya Perwerde û Lêkolînên Stratejîk dewreya yekemîn bi dawî bû

Dewreya yekemîn a Akademiya Perwerde û Lêkolînên Stratejîk ku 17 mamoste beşdar bûbûn, bi dawî bû.

Li Akademiya Perwerde û Lêkolînên Stratejîk dewreya yekemîn bi dawî bû
Li Akademiya Perwerde û Lêkolînên Stratejîk dewreya yekemîn bi dawî bû
Li Akademiya Perwerde û Lêkolînên Stratejîk dewreya yekemîn bi dawî bû
Li Akademiya Perwerde û Lêkolînên Stratejîk dewreya yekemîn bi dawî bû
Li Akademiya Perwerde û Lêkolînên Stratejîk dewreya yekemîn bi dawî bû
Li Akademiya Perwerde û Lêkolînên Stratejîk dewreya yekemîn bi dawî bû
Li Akademiya Perwerde û Lêkolînên Stratejîk dewreya yekemîn bi dawî bû
Li Akademiya Perwerde û Lêkolînên Stratejîk dewreya yekemîn bi dawî bû
25 mijdar, 2023   15:14
QAMIŞLO

Akademiya Perwerde û Lêkolînên Stratejîk şahî li navenda xwe ya Qamişlo bi amadebûna hevserokên desteyên perwerde û fêrkirinê û mamosteyan li dar xist. 

Endamên dewreya yekemîn 17 mamoste ji Şehba, Qamişlo, Reqa, Kobanê û Minbicê bûn, 3 mehan perwerde li ser mijara rêveberî û karê rêveberiyê dîtin, di ber re jî lêkolîn kirin.

Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Semîra Hac Elî destnîşan kir ku di demekê de ku herêm rastî gelek cureyên êrişan tê, birêveçûna qada perwerdeyê tevî bûyerên ku diqewim in jî cihê serbilindiyê ye û wiha pê de çû: “Perwerdeya ku mamosteyan dît perwerdeyeke cuda bû, ji milê pîşeyî û zanistî bû, bi qasî zehmetiyên ku hatin derbaskirin jî dê serkeftin jî mezin bibe, bi wê jî dê xebateke bêhempa ji bo civaka xwe pêşkêş bikin.”

Piştî axaftinê hunermendên Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo stran gotin û bawernameyên 17 beşdarên dewreyê hatin dayîn.

Şahiya derçûnê bi gerandina dîlanê bi dawî bû.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo pêşxistina asta rêveberên perwerdeyê û saziyên girêdayî desteyê di Îlonê de Akademiya Perwerde û Lêkolînên Stratejîk vekiribû.

(sb)

ANHA