Li Afrîkaya Başûr di êrişekê de 12 kes mirin

Li nêzî bajarê Johannesburgê yê Afrîkaya Başûr, di encama êrişeke çekdarî de 12 kes mirin.

Li Afrîkaya Başûr di êrişekê de 12 kes mirin
10 hezîran, 2026   12:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Polîsên Afrîkaya Başûr diyar kirin ku şeva Sêşemê li taxa Celeveland a li rojhilatê Johannesburgê êrişeke giran a çekdarî hate kirin.

Li gorî daxuyaniya berdevkê polîsan Dimakatso Nevhuhulwi, zêdeyî 10 çekdar bi wesayitekê saet di 23.00‘an bi dema herêmî hatin herêmê û ji du deverên cuda dest bi êrişê kirin.

Hate ragihandin ku êrişkaran piştîgulereşandina li mirovên li derdorê bi wesayitê ji cihê bûyerê reviyan.

Li gorî lêkolînên destpêkê yên polîsan bi giştî 12 kesî jiyana xwe ji dest da.

Polîsan ragihandin ku heta niha ew sedema êrişê nizanin û kesek nehatiye binçavkirin.

Têkildarî bûyerê lêpirsîneke berfireh hate destpêkirin.