Li 6 bajaran çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
Xizmên girtiyan dê ji bo dengê girtiyên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan di çalakiyê de bidin bihîstin, li 6 bajaran çalakiya “Deng bide azadiyê” bidin destpêkirin.
Çalakiya girtiyên azadiyê ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çaresekirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk didome. Girtiyan di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kiribûn û di 4’ê Nîsanê de jî çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû kiribûn. Çalakî bi boykotkirina hevdîtinên rû bi rû yên bi malbatan re, hevdîtina telefonan û derketina dadgehan didome.
LI 6 BAJARAN ÇALAKÎ TÊ DESTPÊKIRIN
Xizmên girtiyan jî bi heman daxwazan dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn û di 14’ê nîsanê de bi daxuyaniyekê ragihandibûn ku dê çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû bikin.
Xizmên girtiyan dê di 6’ê gulanê de bi pêşengtiya Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya MED’ê (MED TUHAD FED) li pêşiya girtîgehan daxuyaniyê bidin.
Xizmên girtiyan dê li Amed, Êlih, Stenbol, Îzmîr, Mêrsîn û Edeneyê ya bakurê Kurdistan û Tirkiyê li pêşiya girtîgehan bi awayekî hemwext çalakiya “Deng bide azadiyê” bên lidarxistin.
Dê li pêşiya girtîgehan daxwazên girtiyan bên vegotin. MED TUHAD-FED’ê têkildarî mijarê daxuyanî da û wiha got: “Tu jî tev li çalakiya Deng bide azadiyê bibe û em bi hev re bibin dengê girtiyan.”