Dewleta Tirk beşeke din a çeteyan şand Nîjerê

Hate ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker komeke din a çeteyên Sûriyeyî ji bo şer şandine Nîjerê.

Dewleta Tirk beşeke din a çeteyan şand Nîjerê
5 gulan 2024   12:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku beşda duyemîn a çeteyên ’Artêşa Watanî’ ya girêdayî ya dewleta Tirk a dagirker ber bi Nîjerê ve birêketin.

Li gorî SOHR`ê, duh 250 çete ku piraniya wan ên koma ’Sultan Murad’ in ber bi Tirkiyeyê ve bi rêketin. Çave rê ye koma çete demekê li Tirkiyeyê bibînin ji ku di aliyê manewî de perwerde bibin û dûre dê bi rêya balafirekê biçin Nîjerê.

SOHR`ê da zanîn ku serçeteyên dewleta Tirk rewşa jiyanî ya li herêmên dagirkirî yên bakurê rojavayê Sûriyeyê bi kar tînin û li beramberî hezar û 500 dolar mehane, gazî çeteyan dikin ji bo ku biçin li NÎjerê şer bikin.

21`ê Nîsanê beşa yekemîn a çeteyên ’Artêşa Watanî’ ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker bi rêya balafirekê ji baregehekê li Tirkiyeyê bi rêketin û çûn Nîjerê. Hejmara çeteyên çûn ber 300 çete bû û piraniya wan çeteyên Firqeya Sultan Murad, Silêman Şah û Firqeya El Hemze bûn. Efserên hikumeta Şamê yên ji rejîmê qut bûne çavdêriya van koman dikin ku berê di şerên li Lîbya û Azerbeycanê de çavdêriya çeteyan kiribûn.

Bi vê daneyê re heta niha 550 çete berê xwe dane Nîjerê. 

(şx)