Leyle Qereman: Em li gorî stratejiyeke neteweyî ber bi Sûriyeya nenavendî ve dixebitin

Hevseroka MSD'ê destnîşan kir ku nexşerêya wan ew e ku çareserî ji krîzê re û armancên gelê Sûriyeyê bên peydakirin û got ew li gorî stratejiyeke neteweyî ber bi Sûriyeya nenavendî û pirreng ve dixebitin.

Leyle Qereman: Em li gorî stratejiyeke neteweyî ber bi Sûriyeya nenavendî ve dixebitin
15 adar, 2024   03:36
REQA
EHMED EL ESAF

Têkildarî rewşa Sûriyeyê di salvegera 13'emîn a krîza Sûriyeyê de û hewldanên Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) di qonaxa bê de, hevseroka MSD'ê Leyle Qereman ji ajansa me re wiha axivî: "Bi salvegera 13'emîn a şoreşa Sûriyeyê re em dikarin bi ser bikevin û bigihînin Sûriyeyeke nenavendî, pirreng û demokratîk ku tê de hemû Sûriyeyî bibin yek."

Leyle Qereman wiha domand: "Îro piştî 13 salan ji krîzê em tu asoyên çareseriyê nabînin. Şoreş ji rêya xwe derket. Destwerdana leşkerî, hêzên navneteweyî û derve çêbû. "

Leyle Qereman diyar kir ku Sûriye di rewşa cemidandinê de ye. Îro hêzên navneteweyî dosyeya Sûriyeyê di ser her tiştî re nagirin.

Der barê konferansa MSD'ê ya 20'ê Çileya 2023'yan de Leyle Qereman got: "Armanca me ya sereke ji konferansê ew bû em yekitiya Sûriyeyê pêk bînin, kesayet û hêzên demokratîk ên Sûriyeyê ber xwe ve bikişînin. Li ser wê esasê jî em pabendî armancên xwe ne."

Leyle Qereman diyar kir ku ew ji bo çalakkirina dosyeya Sûriyeyê û xurtkirina yekitiya neteweyî dixebitin û got: "Di konfansa xwe de me pêşniyar û nexşerêyek ragihand. Ji bo pêkanîna van jî pêwîstî bi hin gavan heye. Ji bo wê jî em li ser wê yekê dixebitin ku em xwebaweriyê di navbera Sûriyeyiyan de peyda bikin û xwe bigihînin kesayetên welatparêz û hêzên demokratîk ên Sûriyeyê."

Leyle Qereman wiha li gotina xwe zêde kir: "Di konferansa xwe de me xwe spart rola MSD'ê. MSDˊê projeya rasteqîn a Sûriyeyî ye dikare armancên gelê Sûriyeyê pêk bîne. Ji roja yekê li Derayê ve MSDˊê projeya Sûriyeyî bû."

Leyle Qereman wiha pê de çû: "Em di xebatên xwe dewam dikin ku çareseriyeke rasteqîn li Sûriyeyê bi beşdariya tevahî aliyên Sûriyeyê hebe, bêyî ku tu aliyek an jî pêkhateyeke Sûriyeyî di vê xebata siyasî de were paşguhkirin. Rola jinan di xebata siyasî de pir girîng e û ew jî şerta bingehîn a MSDˊê ye. Çi xebateke guhartinê bêyî beşdariya jinan bi ser nakeve."

Têkildarî rewşa deverên dagirkirî yên Sûriyeyê û sûcên dewleta Tirk a dagirker Leyle Qereman got: "Em vê dagirkeriyê û guhertina demografîk a ku dagirker pêk tîne bi temamî red dikin. Dewleta Tirk a dagirker pîvan û qanûnên navneteweyî li deverên dagirkirî bin pê dike."

Leyle Qereman di dawiya axaftina xwe de got: "Bi giştî em diyaloga bi hemû aliyan re qebûl dikin da ku aştiyeke rastîn li Sûriyeyê çêbe û krîza Sûriyeyê bê çareserkirin. Ji ber wê jî roleke girîng a MSD'ê heye. Ew jî komkirina van hêzan e. Da ku di encamê de pêşerojeke baştir ji bo hemû Sûriyeyiyan bê misogerkirin."

(mh)

ANHA