Li Qamişlo û Çilaxa agirê Newrozê hat pêxistin

Li bajarê Qamişlo û navçeya Çilaxa û bajarokên wê yên kantona Cizîrê bi pêxistina agir, Newroz hat  pîrozkirin.

14 adar, 2024   21:56
QAMIŞLO

Li Qamişlo û Çilaxa agirê Newrozê hat pêxistin û pîrozbahî hatin lidarxistin.

Li Qamişlo bi wesîleya nêzbûna Newrozê li Parka Şehîd Helebce ya taxa Kornîş şêniyên bajêr pîrozbahiya Newrozê li dar xist.

Di pîrozbahiyê de endama Koordînasyona Kongra Star Remziye Mihemed axivî.

Remziye Mihemed Newroz li tevahî gelan pîroz kir û ev peyam dan: "Ji Kawayan heya bi Mezlûm Dogan`an, ji Zekiye`yan heya roja îro agirê Newrozê hîn geştir dibe. Bi projeya Xweseriya Demokratîk wek gel û tevger li dijî her cure êrişan em li ber xwe didin. Bi xêra berxwedana Rêber Apo û hemû pêkhateyên herêmê rojane êrişên dewleta Tirk a dagirker vala tên derxistin. Bi ruhê Mezlûm û Zekiye`yan em ê Newroza 2024`an bikin sala têkbirina komployê û bikin sala azadiya Rêber Apo ya fîzîkî."

Piştî ku Agirê Newrozê ji aliyê malbatên şehîdan ve hat pêxistin, govend hat gerandin.

Di pîrozbahiyê de alên partiyê û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin rakirin. Her wiha sloganên ``Bijî Serok Apo``, ``Berxwedan Jiyan e`` hatin berzkirin.``

ÇILAXA

Xelkê navçeya Çilaxa ya kantona Cizîrê vê êvarê agirê Newrozê li Komîna Şehîd Hemrîn a li taxa başûrê navçeyê pêxist.

Di şahiyê de endamê komînê Husam Hisên axivî û hatina Newrozê li tevahî gelên azadîxwaz pîroz kir.

Malbatên şehîdan agirê Newrozê pêxistin û dîlan gerand.

Çaverê ye pîrozbahî heta roja Newrozê, 21ˊê Adarê li tevahî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam bikin.

ANHA