Leşkerên Tirk zarokek û sivîlek qetil kirin

Leşkerên dewleta Tirk a dagirker ên li ser sînor di Çileya îsal de yek jê zarok, 2 kes qetil kirin û 2 kes jî birîndar kirin.

Leşkerên Tirk zarokek û sivîlek qetil kirin
20 sibat 2024   12:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku cendirmeyên Tirk di Çileya îsal de zarokek û welatiyek qetil kirin û zarokek û mêrek jî birîndar kirin.

Li gorî SOHR’ê, 5’ê Çileyê welatiyek ji bajarê Cisir El Şexûr ê gundewarê Idlibê bi guleyên cendirmeyan hate kuştin.

7’ê Sibatê zarokeke ji bajarokê Qestûn ku koçberî bajarokê Etme yê gundewarên Idlibê bûbû, bi guleyên cendirmeyên Tirk li ber mala xwe birîndar bû.

13’ê Çileyê ciwanek ji gundewarên bakurê Hemayê ji aliyê cendirmeyên Tirk ve hate girtin.

21’ê Çileyê cendirmeyên Tirk îşkence li zarokekî 16 salî yê ji devera Heyalîn a Hemayê kir û ew avêtin korteke ava sar û şevekê tê de hiştin. Di encamê de zarok jiyana xwe ji dest da.

10’ê Sibatê cendirmeyên Tirk li nêzî kampa Kerama ya li Idlibê li zarokekî 12 salî yê ji koçberên bajarê Kefer Zîta yê gundewarên Hemayê da.

(bb)