Leşkerên Tirk ciwanek li ser sînor qetil kir û yek jî birîndar kir

Leşkerên dewleta Tirk a dagirker li ser sînorê di navbera Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Bakurê Kurdistanê de gule li komek ciwanan barandin, di encamê de ciwanek hat qetilkirin û yek jî birîndar bû.

Leşkerên Tirk ciwanek li ser sînor qetil kir û yek jî birîndar kir
8 cotmeh, 2024   20:33
QAMIŞLO

Li gorî agahiyên nûçegihanê me ji herêmê dane, leşkerên dewleta Tirk a dagirker ên li ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de li herêma di navbera gundên Batirzan û Dêrna Axê yên girêdayî bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê de 6 ciwan dan ber guleyan.

Li gorî agahiyên nûçegihan parve kirine di encama gulebaranê de ciwanekî jiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bû û rakirin nexweşxaneya Girkê Legê.

Navê ciwanê hatiye qetilkirin Ehmed El Nasir e û yê birîndar Elî Ebdulnasir e.

(fr)