Meclisa Aborî û Çandiniyê ya Qamişlo hat avakirin

Meclisa Aborî û Çandiniyê ya bajarê Qamişlo hat avakirin û hevseroketiya wê hat hilbijartin.

Meclisa Aborî û Çandiniyê ya Qamişlo hat avakirin
Meclisa Aborî û Çandiniyê ya Qamişlo hat avakirin
14 mijdar, 2024   20:56
QAMIŞLO

Desteya Çandinî û Avdanê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di civînekê de li avahiya Desteya Aboriyê, Meclisa Aborî û Çandiniyê ya bajarê Qamişlo ava kir. Ew meclis li gorî madeya 105'an a Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û sîstema konfedraliya demokratîk, hat avakirin.

Di civînê de hevseroketiya Desteya Çandiniyê û Desteya Aboriyê yên kantona Cizîrê, komîte û endamên wan û nûnerên yekitiyên têkildar beşdar bûn.

Rakan Mihemed û Felat Osman wekî hevserokên meclisê hatin hilbijartin.

Armanc ji avakirina meclisê birêxistinkirina aboriyê bi awayekî birêk û pêk ji komîn, bajarok, bajar, kanton heta bi Meclisa Giştî ya Aboriyê ye.

Her wiha armanc ji avakirina meclisê parastina jîngehê, beşdarkirina jinan di hemû astan de û dabeşkirina dewlemendiya aborî bi awayekî wekhev e.

(mh)