Lavrov diçe Tirkiyeyê

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov diçe Tirkiyeyê. Li gorî dezgehên çapemeniyê yên rojavayî tevgera leşkerî ya Rûsyayê dê rojeva serdanê be.

Lavrov diçe Tirkiyeyê
1 adar, 2024   14:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî AFP`yê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov diçe Tirkiyeyê. Li gorî ajansê dewleta Tirk dixwaze "dan û standinên aştiyê yên Rûsya û Ukraynayê bên vejandin û ji bo misogeriya parastina navîgasyonê li Deryaya Reş rêyan peyda bikin".

Lavrov dê tev li komxebata dîplomasî ya salane bibe ku li bajarê Antalya yê Tirkiyeyê li dar dikeve. Her wiha dê bi serokê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan û wezîrê karên derve Hakan Fîdan re bicive.

Ruxmî ku Lavrov dê di heman rojê de vegere lê wê tevgera leşkerî ya Rûsyayê di Ukraynayê de mijara sereke ya komxebatê be ku îro dest pê dike û yekşemê bi dawî dibe.

(şx)