Di êrişa li ser Benyasê de kesek hate kuştin

Îsraîlê bajarê Benyas ê li berava Sûriyeyê bombebaran kir. Li gorî SOHR`ê di encamê de kesek hate kuştin.

Di êrişa li ser Benyasê de kesek hate kuştin
1 adar, 2024   14:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku Îsraîlê avahiyeke milîsên Îranê ya li bajarê Benyasê bombebaran kiriye.

SOHR`ê bi bîr xist ku vê sibê li Tartûsê 3 teqînên mezin çêbûne ku sedema wê bombebarana Îsraîlê ye. Her wiha diyar kir ku vîllayek li herêma Betrane ya li başûrê Benyasê hatiye hedefgirtin û di wê vîllayê de komên girêdayî Îranê hebûne lê heta niha nasnameyên wan nayên zanîn û zirareke mezin li avahiyê hatiye.

(şx)