Kuştina rojnamevanan û Komîsyona Elewiyan mijarên rojnameyên erebî ne

Şîrovekarên siyasî dibêjin kuştina rojnamvanan li Xeza û zêdekirina tundiyê ji aliyê Îsraîlê ve ne razîbûna hêzên navneteweyî zêdetir dike. Li aliyê din ragihandina Komîsyona Navîn û Rojavayê Sûriyeyê  wekî hewldana avakirina nasnameya siyasî nirxandin.

Kuştina rojnamevanan û Komîsyona Elewiyan mijarên rojnameyên erebî ne
30 tebax, 2025   11:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên vê sibehê de rewşa li Xeza, Sûriye û Îranê nirxandin.

Rojnameya El Xelîc a Îmaratê diyar kir ku Îsraîlê tundiya li dijî Xezayê didomîne û ev tişt anî ziman: “Di nava çend rojan de 2 caran êriş li dijî nexweşxaneya Nasir pêk hat. Carekê weşana zindî vekirî bû. Di encama êrişê de 5 rojnamevan û 15 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Ji ber bûyerê aciziya navneteweyî zêde bû.”

Rojnameyê di nivîsa xwe de destnîşan kir Îsraîl hemû yasayên navneteweyî binpê dike  û wiha domand: “Êdî guh li raya giştî ya cîhanê nake. Xebatên xwe yên firehkirinê didomîne. Van êrişan alîgirên Îsraîlê jî tengav dike. Daxuyaniyên Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) bi piranî tenê ji bo ragihandinê ne. Serokê DYA’yê Doland Trump bi acizî li ser mijarê axivî û got tişta dibe ‘Kabûs e, divê raweste’. Di heman demê de banga civîna lezgîn li Koşka Spî kir.”

Rojnameyê di berdewama nivîsa xwe de bal kişand ser daxuyaniya nûnerê Trump, Steve Witkoff a ihtîmala di dawiya salê de şer bi dawî bibe û got, DYA’yê hewldanên xwe yên ji bo parastina Îsraîlê di aliyê siyasî û leşkerî de didomîne û demê jê re dirêj dike da rewşa heyî bi dawî bike.

Rojnameyê da zanîn ku zextên navneteweyî yên li ser rêveberiya DYA’yê zêde dibe û wiha dirêj kir: “Ihtîmal heye zêdebûna zextê, rêveberiya DYA’yê neçar bike tevbigere, taybet di der barê naskirina dewleta Filistînê de. Rexneyên Ewropa di vê der barê de ihtîmalê zêdetir bibin.”

Rojnameya El Ereb a Londonê bal kişand ser mijara ragihandina Komîsyona Navîn û Rojavayê Sûriyeyê û wekî "hewldana ji nû ve sazkirina destûra bingehîn di rewşa parçebûnê ya Sûriyeyê de" nirxand. Rojnameyê der barê mijarê de ev tişt şîrove kir: “Ragihandina komîsyona nû hewldana sazkirina nasnameya nû ya di rewşa Sûriyeyê ya parçebûyî de nîşan dide. Ev yek jî xwe dispêre 4 xalan: Parçebûna navxweyî zêdetir bûye, destwerdana derve, pêdiviya bi hêzên aternatîf û lêgerîna li dîzayneke herêmî."

Li gorî rojnameyê, ragihandina komîsyonê tê wateya ne qebûlkirina dûrxistina wan û wiha dom kir: “Tê xwestin hemû alî werin beşdarkirin. Helwest li dijî fikrê tundrew e. Serkeftina Komîsyona Navîn û Rojavayê Sûriyeyê bi hêza wan a avakirina hevgirtinên berfireh ve girêdayî ye.”

Rojnameya El Ereb di mijareke din de dûrxistina Serokê Ajansa Istxbarata Parastinê ya DYA’yê Jeneral Jefrî Coros  nirxand û diyar kir ku ev dûrxistin aloziya di saziyên Washonton de diyar dike.

Rojnameyê diyar ki ku bandora derbeyên DYA’yê ya li dijî Îranê sînordar bû û wiha dom kir: “Bandor di hindirê DYA’yê zêdetir bûn. Metirsî hebû ku artêşa bikev xizmeta siyasetmedaran û serxwebûna xwe winda bike.”

Rojnameya Indebindin El Eerebiya jî destnîşan kir ku niha li cîhanê kopiyek din a cenga sar tê jiyankirin û ev nirxandin kir: “Bingeha şerê behsa mijarê aloziya jeosiyasî ya di navbera DYA’yê û Çîn û Rûsiyayê de ye. Ev ceng ji kopiya xwe ya destpêkê ya li ser esasê bîrdozî pêk dihat, cûdatir e.”

(dc)