Kurdistaniyên li Lubnanê ji bo Rojava çalakî kir

Kurdistanî û dostên wan ên li Lubnanê li pêşiya navenda ESCWA kom bûn, êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û piştgirî da berxwedana Rojava.

20 ÇILE, 2026   18:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi sedan Kurdistanî û dostên wan ên li Lubnanê bi meşeke girseyî piştgirî da berxwedana Rojava û qirkirina li dijî gelê Kurd şermezar kir.

Meş ji Pira Kola heta bi navenda ESCWA ya NYˊyê ya li paytexta Beyrûtê ve dest pê kir. Çalakvanan pankat û wêneyên komkujiyên li herêmê pêk hatine hildan.

Li pêşiya navendê meş vegerî mitîngê, nûnerên ji Rêveberiya Xweser û PYDˊê axivîn. Axêveran got divê êriş rawestin û civaka navneteweyî berpirsiyariya parastina welatiyan rake.

Çalakî bi daxuyaniyekê ji hêla Kurdistaniyan ve bi dawî bû. Di daxuyaniyê de êrişên hevbeş ên hikumeta demkî û dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin û banga demildest a rawestandina êrişan hat kirin.

Di dawiyê de şandeyek ji Weqfa Çandî û Civakî ya Newrozê ya Lubanê û nûnerê Rêveberiya Xweser peyamek radestî cîgira NYˊyê ya li Lubnanê Şadiya Ebdullah kir, da ku daxwazên gelê Kurd ji civînên navneteweyî re veguhêze.

(fr)