Kurdistaniyên li Almanya amadekariya meşa 17’ê Sibatê dikin

Kurdistaniyên li bajarê Essen ê Almanyayê, xwe ji meşa ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan di 17’ê Sibatê de li Kolnê bê lidarxistin, amade dikin.

Kurdistaniyên li Almanya amadekariya meşa 17’ê Sibatê dikin
13 ÇILE, 2024   18:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Kurdistaniyên li bajarê Essen ê Almanyayê, xwe ji meşa Kolnê ya di 17’ê Sibatê de ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan bê lidarxistin, amade dikin. Di vê çarçoveyê de bi pêkhateyên FED-MED û YJK-E NRW re civînek li dar xistin. Berdevkên FEDA, CÎK, Kultur, NAV-YEK û PYD'ê jî bi nêzî 100 kes beşdarî civînê bûn.

Komîteyên çalakiyê yên li qadên meşê hatin avakirin agahî dan. Di heman demê de civînên girseyî, serdanên mal û dikanan jî hatin plan kirin.

Di setên serê sibatê de li cihên ku qelebalix e wê stand bên vekirin û belavokên çalakiyê bên belavkirin.