Kurdistanî û dostên wan li pêş avahiya YEˊyê ya li Brukselê piştevanî da Rojava

Li gelek bajarên Ewropayê û li pêş avahiya YEˊyê ya li Brukselê kurdistanî û dostên wan piştevanî da gelê Rojava, QSDˊê û bêdengiya navneteweyî şermezar kir.

Kurdistanî û dostên wan li pêş avahiya YEˊyê ya li Brukselê piştevanî da Rojava
Kurdistanî û dostên wan li pêş avahiya YEˊyê ya li Brukselê piştevanî da Rojava
Kurdistanî û dostên wan li pêş avahiya YEˊyê ya li Brukselê piştevanî da Rojava
Kurdistanî û dostên wan li pêş avahiya YEˊyê ya li Brukselê piştevanî da Rojava
Kurdistanî û dostên wan li pêş avahiya YEˊyê ya li Brukselê piştevanî da Rojava
Kurdistanî û dostên wan li pêş avahiya YEˊyê ya li Brukselê piştevanî da Rojava
Kurdistanî û dostên wan li pêş avahiya YEˊyê ya li Brukselê piştevanî da Rojava
21 ÇILE, 2026   22:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Li piranî bajarên Ewropayê kurdistanî û dostên wan, bi armanca piştgiriya berxwedana Rojavayê Kurdistanê û QSDˊê, li dijî êrişên çeteyên hikumeta demkî, DAIŞˊê û dewleta Tirk a dagirker, daketin qadan.

Li bajarê Dortmund ê Almanyayê û paytexta Brîtanyayê Londonê ji bo berxwedana Rojavayê Kurdistanê û şermezarkirina êriş û komkujiyên li dijî gelê Kurd daketin qadan.

Hejmark ciwan li pêş avahiya Yekitiya Ewropayê (YE) ya paytexta Belçîkayê Brukselê, ji bo şermezarkirina helwestên Ewropayê li hember êriş û komkujiyên li dijî gelê Rojavayê Kurdistanê, çalakî kir.

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarên Norwec, Swîsre û Hollandayê jî herikîn qadan û got ew amade ne tev li berxwedana Rojava bibin.

(fr)