Di kargeha tînerê de şewat derket: Jinek mir

Li bajarê Qamişloyê di kargeheke tînerê de şewat derket. Karkerekê jiyana xwe ji dest da û 2 karker birîndar bûn.

Di kargeha tînerê de şewat derket: Jinek mir
Di kargeha tînerê de şewat derket: Jinek mir
Di kargeha tînerê de şewat derket: Jinek mir
7 nîsan, 2026   15:11
QAMIŞLO

Li gorî agahiyên ku Şaredariya Gel a Qamişloyê dane, li herêma pîşesaziyê ji ber pirsgirêkên ceyranê 2 tankerên madeya tînerê teqiyan û di kargeha tînerê de şewat derket.

Di encamê de karkereke jin jiyana xwe ji dest da û 2 karker jî birîndar bûn. Her wiha zirar li kargehê bûn.

Tîmên agirkujiyê tavilê berê xwe da cihê bûyerê û şewat vemirand.

(bb)