Meclisa Kongra Star: Azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan berpirsyariya me hemûyan e

Meclisa Kongra Star diyar kir ku bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, berpirsyariya gelên Rojhilata Navîn û cîhanê ye û bang li wan kir ku têkoşînê mezin bikin, çalakiyan zêde bikin.

Meclisa Kongra Star: Azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan berpirsyariya me hemûyan e
9 cotmeh, 2024   13:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Kongra Star bi daxuyaniyekê Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir. 

Meclisê diyar kir komplo di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de gelê Kurd û gelên azadîxwaz ên li Kurdistanê û Rojhilata Navîn, têkiliyên dîrokî yên di navbera wan gelan de hedef girt ji bo ku dewletên komploger projeya Rojhilata Navîn a Mezin ku li gorî berjewendiyên wan ên dagirkirin û firehkirinê ye, pêk bînin.

Meclisa destnîşan kir ku komplo bi rêbazeke nû berdewam e ku dewleta Trik a dagirker bi hevkariya hêzên komploger pergala qirkirin û îşkenceyê li dijî Rêber Abdulla Ocalan dimeşînin lê Rêber Abdullah Ocalan, bi berxwedana xwe ya dîrokî komplo têk bir û “Îmralî kir kaniya ramanên ji bo hevjiyana azad”.

Her wiha meclisê îşaret bi israra gelê herêmê ya domandina berxwedanê û xwedîderketina li ramanên Rêber Abdullah Ocalan, projeya neteweya demokratîk, felsefeya "Jin, Jiyan, Azadî" kir û got: "Em di pêvajoyeke dîrokî ya çarenûsî re derbas dibin. Êriş û şerê niha li dijî gelan û jinan rû dide, berdewama komployê ye. Ev komplo, sedema aloziyan e û kelema li pêşiya çareseriyan e. Divê em û gelên Rojhilata Navîn û cîhanê têkoşînê mezin bikin û çalakiyan din li dar bixin ji bo ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin.

Meclisê careke din komplo şermezar kir û destnîşan kir ku girankirina tecrîdê li ser Rêber Abdullah Ocalan israra gelan li ser berxwedanê û xwedîderketina li Rêber Abdullah Ocalan, felsefeya neteweya demokratîk û azadiya jinan, felsefeya jin, jiyan, azadî, zêde kir û dê tevahî komployên li dijî gelên herêmê têk bibin.

Di dawiyê de meclisê bang li gelên azadîxwaz û jinan kir ku dakevin qadan, komployê şermezar bikin û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bikin.

(şx)