Krîza elektrîkê li rojhilatê Hesekê berdewam dike

Krîza elektrîkê li rojhilatê Hesekê, bi taybetî li Holê û gundewarên wê, berdewam dike. Hikumetê mazota bo jeneratorên taybet qut kir û lê elektrîka giştî tenê 3 saetan digihêje deverê.

Krîza elektrîkê li rojhilatê Hesekê berdewam dike
8 îlon, 2026   12:57
HESEKÊ

Krîza qutbûna elektrîkê li deverên rojhilatê bajarê Hesekê, bi taybetî li Holê û gundewarên wê, berdewam dike.

Li gorî çavkaniyên herêmî, elektrîka giştî li hin deveran ji 3 saetan di rojê de derbas nabe, bi taybet di mehên havînê de.

Şêniyan diyar kir ku hikumetê mazota ji bo jeneratorên taybet rawestandiye û tevî sozên ku xizmeta elektrîkê baştir bikin, lê heta niha tu başbûneke berbiçav çênebûye.

Şêniyan destnîşan kir ku krîza berdewam bandorê li pêdiviyên wan ên rojane dike û bang li rayedarên têkildar kir ku çareseriyên lezgîn û domdar ji bo krîza elektrîkê bibînin.

(k)

ANHA