Kovan Keno: Divê gelê kurd yekitiya xwe xurt bike û daxwaza mafên xwe bike

Kovan Keno destnîşan kir ku Kurd di dîrokê de rastî gelek komkujiyan hatine, ev siyaset hîna dewam dike, ji gelê Kurd tê xwestin ku yekitiya xwe xurt bike da ku li hember qirkirinê bê deng nemîne.

Kovan Keno: Divê gelê kurd yekitiya xwe xurt bike û daxwaza mafên xwe bike
12 gulan, 2026   07:25
QAMIŞLO
EBAS XELEF

Sûriye di qonaxeke dîrokî re derbas dibe, gelê Kurd jî wekî hemû gelan daxwaza mafên xwe di destûra Sûriyeyê de dike.

Sekreterê Partiya Roj a Demokrat a Kurd li Sûriyeyê Kovan Keno ji ajansa me re axivî û got: "Dagirkerên Kurdistanê di dîrokê xwest Kurdan qir bikin û wan tune bikin, ji komkujiya Dêrsim, Geliyê Zîlan û hwd bi sedan komkujî li ser Kurdan pêk anîne. Ew siyaseta qirkirinê hetanî roja ma ya îro dewam dike."

Kovan Keno da zanîn ku di dema rejîma Baasê de û piştî ketina rejîmê û bi hatina hikumeta demkî ya Sûriyeyê re, nasname û hebûna Kurdan di avakirina Sûriyeyê de qebûl nedikirin.

Keno diyar kir ku qonaxa piştî ketina rejîmê û hatina hikumeta demkî, ji partiyên siyasî yên Kurdan dihate xwestin ku xwe li gorî pêvajoyê amede kiriba. Konferansek li Qamişloyê hate lidarxistin lê ew gav divê were xurtikirin û divê şandeya ku hatiye hilbijartin erka xwe xurttir bike.

Di berdewama gotinên xwe de sekreterê Partiya Roj a Demokrat a Kurd li Sûriyeyê Kovan Keno destnîşan kir ku di dema niha de, divê lêvegereke kurdî çêbe, ew lêveger xwedî biryar be û bandora dewletên derdoêr li serê nebe.

Keno da xuyakirin ku îro ji her demê zêdetir divê Kurd li xwe xwedî derkevin, heke Kurd destê hev negirin û wan nakokiyan nedin hêlekê dê tu carî negihêjin mafên xwe. Ew nakokî çi dibin bila bibin divê werin çareserkirin û bi yek helwestê daxwaza mafên xwe bikin û hebûna xwe di destûrê de misoger bikin.

Sekreterê Partiya Roj a Demokrat a Kurd li Sûriyeyê Kovan Keno di dawiyê de got: “Ji me tê xwestin ku em xebata xwe bêhtir xurt bikin, pêwîstî bi dan û standinên domdar heye da ku helwest û biryarên me yek bin û bikarin mafên xwe di destûra Sûriyeyê de misoger bikin.

Ya herî girîng ew e ku şandeya kurdî ya ku hatiya avakirin ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd, ew bi Şamê re bikeve nava têkiliyan. Divê partiyên me bi tena serê xwe bi şamê re nekevin nava diyalogê. Şandeyek heye, wê ew bi vê erkê rabe.”

ANHA