Li Amûdê malbatan bang kir: Dîlgirtiyên me berdin

Malbatên dîlgirtiyên li gel hikumeta demkî ya Sûriyeyê girtî ne li Qada Jina Azad a bajarê Amûdê çalakiyek li dar xist û banga berdana dîlgirtiyên xwe kir.

Li Amûdê malbatan bang kir: Dîlgirtiyên me berdin
Li Amûdê malbatan bang kir: Dîlgirtiyên me berdin
Li Amûdê malbatan bang kir: Dîlgirtiyên me berdin
11 gulan, 2026   21:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya rêzeçalakiyên malbatên dîlgirtiyan ên bi armanca naskirina aqûbeta zarokên xwe û berdana wan de, li Qada Jina Azad a Amûdê çalakiyek hat lidarxistin.

Malbatan û zarokên dîlgirtiyan pankartên "Em zarokên xwe dixwazin", "zarokên me berdin" hildan.

Di çarçoveya bicihanîna peymana  29'ê Çileyê de heya niha nêzî hezar û 32 dîlgirtiyên di girtîgehên hikumeta demkî ya Sûriyeyê de hatin berdan, ji girtiyên hikumetê yên ligel QSD'ê de jî 491 kes hatin berdan.

(sb/fr)