Koşka Spî: Trump wê bi Netanyahu re dosyaya Lubnanê nîqaş bike

Koşka Spî diyar kir ku Serokê Amerîkayê Donald Trump wê mijara Lubnanê bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re nîqaş bike.

Koşka Spî: Trump wê bi Netanyahu re dosyaya Lubnanê nîqaş bike
8 nîsan, 2026   22:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Ajansa France-Presse (AFP), berdevka Koşka Spî da zanîn ku tevî ku Lubnan di peymana agirbestê ya bi Îranê re cih negirtiye de lê wê Serokê Amerîkayê Donald Trump rewşa Lubnanê bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re gotûbêje bike.

Di civîneke çapemeniyê de, bedevka Koşka Spî Caroline Levitt diyar kir ku Lubnan wê di navbera Serok Trump û Benjamin Netanyahu de bibe mijara nîqaşê. Lê di vê qonaxê de, Lubnan di peymana agirbestê de cih nagire.

Beyrût û herêmên başûrê Lubnanê rûbirûyî êrişên hewayî yên dijwar ên Îsraîlê ne. Heta niha nêzî 260 kes di êrişan de hatine kuştin û zêdetirî 1165 kes birîndar bûne.

(ac/fr)

ANHA