Koşka Spî ji bo berevaniyê 1.5 trîlyon dolar xwest

Koşka Spî ji bo zêdebûna lêçûna berevaniyê 1.5 trîlyon dolar ji Kongreyê xwest. Medyaya Amerîkayê bi bîr xist ku ev zêdebûn ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn ve ya herî mezin e.

Koşka Spî ji bo berevaniyê 1.5 trîlyon dolar xwest
3 nîsan, 2026   17:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro, Koşka Spî ji Kongreyê daxwaza qebûlkirinê ya li ser budceya berevaniyê ya 1.5 trîlyon dolar ji bo sala bê kir.

Di daxwazê de hat gotin ku "Budce li ser bingeha tevahî lêçûna berevaniyê ya dîrokî ji 2026ˊan ve ye ku trîlyonek dolar bû û ji bo sala 2027ˊan jî 1.5 trîlyon dolar ji tevahî çavkaniyên budceyê divê." Li gorî budceya sala 2026ˊan, 445 milyar dolar zêde ye.

Ev zêdebûna tevahî ya li ser bingeha salane wê ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn ve ya herî mezin be.

(fr)