Kordînasyona Jinan li Cizîrê ji bo pîrozkirina 8'ê Adarê serdanên xwe dewam dike

Koordînasyona Jinan di serdanên xwe yên bo gelek saziyan de diyar kir ku jinan di têkoşîn û pêvajoya avakirina civakê de roleke girîng lîstine û ji bo azadî û edaletê qurbaniyên mezin dane, lewma pêwîst e rola wan were naskirin û mafên wan ên destûrî, werin garantîkirin.

Kordînasyona Jinan li Cizîrê ji bo pîrozkirina 8'ê Adarê serdanên xwe dewam dike
Kordînasyona Jinan li Cizîrê ji bo pîrozkirina 8'ê Adarê serdanên xwe dewam dike
Kordînasyona Jinan li Cizîrê ji bo pîrozkirina 8'ê Adarê serdanên xwe dewam dike
Kordînasyona Jinan li Cizîrê ji bo pîrozkirina 8'ê Adarê serdanên xwe dewam dike
Kordînasyona Jinan li Cizîrê ji bo pîrozkirina 8'ê Adarê serdanên xwe dewam dike
Kordînasyona Jinan li Cizîrê ji bo pîrozkirina 8'ê Adarê serdanên xwe dewam dike
Kordînasyona Jinan li Cizîrê ji bo pîrozkirina 8'ê Adarê serdanên xwe dewam dike
Kordînasyona Jinan li Cizîrê ji bo pîrozkirina 8'ê Adarê serdanên xwe dewam dike
7 adar, 2026   17:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên Desteya Jinan li ser rûpela xwe ya Facebookê balav kiriye, roja Şemiyê endamên Kordînasyona Jinan a Cizîrê bi boneya Roja Jinan a Cîhanê (8ê Adarê) serdana gelek saziyan kirin, di nav wan de Meclîsa Rêveber, Meclîsa Gelan a Demokratîk û Meclîsa Edaleta Civakî.

Di serdanan de, li ser rastiya jinan û mafên wan ên yasayî û civakî, her wiha pêwîstiya xurtkirina van mafan di nav qanûnê de, hatin nîqaş kirin.

Di dawiya serdanan de, endamên kordînasyonê diyariyên sembolîk pêşkêşî saziyan kirin, ji bo nirxandina rola jinan û têkoşîna wan a berdewam ji bo azadî û wekheviyê.

(ac)

ANHA