Parêzgarê Hesekê pêşwaziya şandeyeke Wezareta Perwerdeyê kir

Parêzgarê Hesekê, Nouredîn Ehmed, pêşwaziya şandeyek Wezareta Perwerdeyê ya hikûmeta demkî ya Sûriyeyê kir û awayên hevkariya hevbeş bo pêkanîna mekanîzmaya entegrasyonê û ji nû ve avakirina Rêveberiya Perwerdeyê, li gorî şertên peymana 29`ê Çileyê, gotûbêj kirin.

Parêzgarê Hesekê pêşwaziya şandeyeke Wezareta Perwerdeyê kir
7 adar, 2026   16:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzgarê Hesekê, Nouredîn Ehmed û Rêveberê Perwerdehiyê yê parêzgehê, Ednan El Berî pêşwaziya şandeyek Wezareta Perwerdeyê ya hikûmeta demkî ya Sûriyeyê kir. şande ji Şêwirmendê Wezîr, Ehmed Murad, û Rêveberê Avahiyên Dibistanan, Mihemed Henûn pêk dihat.

Di hevdîtinê de, her du aliyan li ser awayên hevkariya hevbeş bo pêkanîna mekanîzmaya entegrasyonê û ji nû ve avakirina Rêveberiya Perwerdehiyê de, li gorî şertên peymana 29`ê Çileyê gotûbêj kirin.

Her wiha wan li ser amadekariyên ji bo lidarxistina ezmûnên amadeyî û navîn yên, û gotûbêj kirin.

(k)