Malbatên şehîdan daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir

Meclisa Jinan Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Reqayê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir û got azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan azadiya jinan û tevahiya civakê ye.

Malbatên şehîdan daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir
16 cotmeh, 2025   11:47
REQA

Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Reqayê bi daxuyaniyekê banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.

Daxuyanî li qada Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Reqayê bi amadebûna nûnerên saziyên sivîl û tevgerên jinan hat dayîn.

Endama Koordînasyona Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Reqayê Cemîla Xelîl daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin, zêdetirî 25 sal e Rêber Abdullah Ocalan ragirtî ye û di bin tecrîdê de ye, ji ber projeyeke mirovî hilgirtiye ku daxwaza azadî, demokasî, edaleta civakî ji bo tevahî gelan, di serî de azadiya jinan dike.

Di daxuyaniyê de tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hat şermezarkirin û hate gotin Rêber Abdullah Ocalan ne dengê pêkhateyek tenê bû, lê dengê tevahî pêkhateyan e.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan azadiya jinan û tevahiya civakê ye.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî hat kirin ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin û wekî gaveke esasî ber bi pêkanîna aştî û demokasiyê li herêmê û cîhanê ve bi nav kir.

(bb)

ANHA