Jinan têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan vegotin

Jinan di çalakiyên bi boneya salvegera 26’an a Komploya Navneeteweyî de, têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan vegotin û diyar kir ku dê heya azadiya wî ya fîzîkî li qadan bin.

7 cotmeh, 2024   16:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya salvegera 26’an a Komploya Naveteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ku 9’ê Cotmeha 1998’an de dest pê kiribû, li Reqa û Tebqayê çalakî hatin lidarxistin.

REQA

Meclisa Kantona Reqayê ya Kombûna Jinan a Zenûbiya semînerek bi dirûşma "Em bi hev re komployê têk bibin û azadiyê mîsoger bikin" da.

Semîner bi beşdariya bi dehan kesî li avahiya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Reqayê hat dayîn.

Piştî deqeya rêzgirtin, berdevka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Reqayê Laleşîn Ebdullah bal kişand ser berxwedana Rêber Abdullah Ocalan û got: "Rêber Abdullah Ocalan jiyaneke besît li gundê Amara jiyan. Xwendina seretayî li dibistana gund qedand û ya zanîngehê jî bi dawî kir. Rêbertî destpêkê hewl da kesayeta rêveber a têkoşer ava bike û bi rêya vê kesayetê hewl da asoyên nû li Rojhilata Navîn veke."

Endama Meclisa Kantona Reqa ya Kombûna Jinan a Zenûbiya Fatima Mihemed  qala têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan a ji bo azadiya jinan kir û wiha got: "Rêberî azadiya welat û civakan bi azadiya jinan ve girêda. Digot divê jin cihê xwe di hemû qadên jiyanê de bigirin û xwe bi rêve bibin."

Di dawiyê de sînevîzyoneke li ser Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan hat temaşekirin.

TEBQA

Meclisa Kantona Tebqa ya Kombûna Jinan a Zenûbiya jî bi heman armancê civîneke li Navenda Çand û Hunerê ya Şehîd Musena Ebdulkerîm  a li bajarê Tebqayê li dar xist.

Nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser, Partiya Sûriyeya Pêşerojê û endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya di civînê de amade bûn.

Di civînê de piştî deqeya rêzgirtin, sînevîzyoneke li ser komploya navneteweyî hat temaşekirin.

Piştre berdevka Meclisa Kantona Tebqa ya Kombûna Jinan a Zenûbiya Roza Efrîn axivî. Roza têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan a ji bo avakirina civakeke demokratîk, azadiya jinan û berxwedana wî ya li hemberî hêzên kapîtalîst vegot.

Roza diyar kir ku bi dîlgirtina fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û pergala îşkence û qirkirinê wê nikarin îradeya gelan têk bibin.

Endamên meclisê ku nêrînên xwe anîn ziman, diyar kir ku ew ê têkoşînê bidomînin û bi çalakiyan  pergala hegemoniya cîhanê teşhîr bikin, ramanên Rêbertî hîn bêtir belav bikin.

Di dawiya civînê de dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe berz kirinî".

(bb)

ANHA\