Kooperatîfên herêma Cizîrê nûnerên xwe ji bo konferansê diyar kirin

Yekitiya Kopperatîfan a Herêma Cizîrê ji bo Konferansa Yekemîn a Yekitiya Kooperatîfan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de  48 nûnerên xwe diyar kirin.

Kooperatîfên herêma Cizîrê nûnerên xwe ji bo konferansê diyar kirin
Kooperatîfên herêma Cizîrê nûnerên xwe ji bo konferansê diyar kirin
Kooperatîfên herêma Cizîrê nûnerên xwe ji bo konferansê diyar kirin
Kooperatîfên herêma Cizîrê nûnerên xwe ji bo konferansê diyar kirin
Kooperatîfên herêma Cizîrê nûnerên xwe ji bo konferansê diyar kirin
Kooperatîfên herêma Cizîrê nûnerên xwe ji bo konferansê diyar kirin
Kooperatîfên herêma Cizîrê nûnerên xwe ji bo konferansê diyar kirin
Kooperatîfên herêma Cizîrê nûnerên xwe ji bo konferansê diyar kirin
Kooperatîfên herêma Cizîrê nûnerên xwe ji bo konferansê diyar kirin
20 November 2023   16:34
HESEKÊ

Yekitiya Kooperatîfan a Herêma Cizîrê bi beşdariya 200 delegeyên kooperatîfên herêmê, li hola Marbîla ya li taxa Til Hecer a li bajarê Hesekê Hesekê, civîna xwe ya salê li dar xist.

Di civînê de hevserokê Daîreya Projeyên Civakî û Kooperatîfan a Herêma Cizîrê Mihemed Sebrî behsa armancên yekitiyê kir û got: “Divê em li gorî pergala aboriya komînal dûrî pergala zordest a kapîtalîst, kar bikin.”

Sebrî destîşan kir ku bingeha rizgarkirina civaka komînal, rizgarkirina aboriya civakî ya ku xwe dispêre rizgarkirina jinan û birêxistinkirina meclisan li ser pergala komînal e û got: ′′Pêkanîna vê rêgezê, kar û xebatên komînan bi ser dixe, aboriya herêmê bi pêş dixe û rêgeza xwe têrkirinê peyda dike.”

Mihemed Sebrî diyar kir ku ji bo sepandina têgeha aboriya civakî, avakirina kooperatîfan di her komînekê û meclisekê de gelek girîng de. Her wiha destnîşan kir ku ji bo şîrovekirina girîngiya wê ji civakê re, divê atolye û civînên berfireh bêne lidarxistin.

Dûre hevseroka yekitiyê Kînda Şêxmûs rapora salê ya yekitiyê xwend û sînevizyonek têkildarî kar û xebatên kooperatîfan hate pêşandan. Beşdaran kar û xebatên yekitiyê yên par nirxandin  û ji bo pêşxistina kar pêşniyarên xwe anîn ser ziman.

Di dawiya civînê de,  48 delege hatin hilbijartin da ku di Konferansa Yekemîn a ya Kooperatîfên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de nûnertiya kooperatîfên herêma Cizîrê bikin. Çav li rê ye  konferans vê mehê were lidarxistin.

(şx)

ANHA