Konseya Ewlehiyê der barê Ukraynayê de pêşnûmeyek pejirand

Konseya Ewlehiyê ya NY’yê duh pêşnûmeyek pejirand. Li gorî pêşnûmeyê, divê di zûtirîn demê de aştî li Ukraynayê pêk were.

Konseya Ewlehiyê der barê Ukraynayê de pêşnûmeyek pejirand
25 sibat, 2025   10:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) duh (duşem) pêşnûmeyek der barê Ukraynayê de pejirand.

Pêşnûmeya ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) daye, ku banga "Di zûtirîn demê de şer raweste û aştiyeke mayînde di navbera Ukrayna û Rûsyayê de pêk were" ji aliyê 10 endamên konseyê ve hat pejirandin û ji aliyê 5 endaman ve nehat pejirandin.

Nûnera DYA’yê ya li konseyê Dorothy Shea piştî qebûlkirina pêşnûmeyê got: "Pêşnûmeya Konseya Ewlehiyê gava yekem e ku divê em ji bo avakirina siberojeke aram ji bo Ukrayna û Rûsyayê biavêjin."

Nûnera Brîtanyayê ya li konseyê jî got bi awayê ku Konseya Ewlehiyê behsa şer dike, nabe wekhevî di navbera Rûsya û Ukraynayê de hebe. Her wiha anî ziman ku divê aştî rêzê li peymana Neteweyên Yekbûyî û serwerî û yekparçebûna axa Ukraynayê re bigire.

Nûnerê Rûsyayê Vasily Nebenzia jî got Moskov daxuyaniyên serokê DYA’yê Donald Trump ku dibêje "qeyrana Ukraynayê kokeke xwe ya kûr heye" teqdîr dike. Nûnera Fransayê jî got ger "qanûna daristanê" bi ser bikeve dê aştî û aramî çênebe û got aştiya tê xwestin divê rêzê li serweriya Ukraynayê bigire.

(bb)