Daxwazên sûriyeyiyan û civîna Pûtîn-Trump rojevên rojnameyên erebî ne

Çavdêran diyar kir ku welatiyên Sûriyeyê naxwazin "serokekî xwedayî" li Sûriyeyê bibînin û hikumeteke ku şaşiyên berê dubare bike. Hin çavdêran jî diyar kir ku lûtkeya bê ya di navbera Trump û Pûtîn de dê bibe "xaleke krîtîk ku nexşeya têkiliyên navneteweyî ji nû ve xêz bike”.

Daxwazên sûriyeyiyan û civîna Pûtîn-Trump rojevên rojnameyên erebî ne
25 sibat, 2025   10:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro behsa Kongreya “Diyaloga Nîştimanî”, daxwazên sûriyeyiyan û lûtkeya Pûtîn û Trump kir.

‘KONGREYA DIYALOGA NÎŞTIMANÎ JI BO FÊMKIRINA TIŞTÊN KU SÛRIYEYÎ NAXWAZIN’

Rojnameya El Ereb a Londonê, behsa daxwazên sûriyeyiyan kir û diyar kir ku li şûna ku behsa daxwaza welatiyên Sûriyeyê were kirin, baştir bû ku komîte guh bide tiştên ku sûriyeyî naxwazin.

Rojnameyê wiha nivîsand: "Sûriyeyî naxwazin serokekî xwedayî li Sûriyeyê bibînin ku heta hetayê li ser kursiya serokatiyê rûne. Ew dezgehên îstixbaratî naxwazin ku dikarin her kêlî wan tewanbar bikin yan ber destê sibê werin wan ji nav nivînên wan derxin û biavêjin zindanên tarî, bêyî ku mafê wan ê parasatinê hebe.”

Her wiha nivîsand: "Ew naxwazin slogan ji jiyana kesan buhatir bin. 60 salan welatiyên Sûriyeyê kincên leşkerî li xwe kirin û sloganên vala yên yekitiyeke ku pêk nehat, berz kirin. Behsa serkeftinên derew kirin, lê li ser erdê tenê binkeftin hebûn.”

‘LÛTKEYA RIYADÊ; XAÇERÊYEKE GERDÛNÎ’

Rojnameya El Xelîc behsa lûtkeya pêşbînkirî ya di navbera Trump û Pûtîn de kir û wiha nnivîsand: "Tê payîn ku lûtkeya bê bandoreke berfireh li ser asta navneteweyî pêk bîne. Pêşî, lûtke dê derfetekê bide ku Rûsya vegere qada navneteweyî, piştî şerê li Ukraynayê yê di sala 2022’yan de dest pê kir. Tevî fişarên hêzên rojavayî yên li ser Moskovê jî, lê ev lûtke dê derfetê bide Moskovê ku bibe beşeke hevsengiyên nû yên li Rojhilata Navîn û cîhanê.”

Rojnameyê destnîşan kir ku dan û standinên DYA-Rûsyayê dibe ku fikarên Ukrayna û Ewropayê zêde bikin.

(k)