′Kongreya Xurtkirina Ewlehiyê ji bo sererastkirina şaştiyan e′

Rewşenbîrên ji Dêrazorê Kongreya Xurtkirina Ewlehî û Aramaniyê bi "Rêgeha sererastkirina şaştiyan" nirxandin û xwestin ku di zûtirîn dem de biryarên kongreyê werin pêkanîn.

′Kongreya Xurtkirina Ewlehiyê ji bo sererastkirina şaştiyan e′
27 cotmeh, 2023   04:41
DÊRAZOR
ELÎ EREB

22′yê Cotmehê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Meclisa Sivîl a Dêrazorê “Kongreya Xurtkirina Ewlehî û Aramiyê ji bo Pêşxistin û Xurtkirina Hevkariyê li Dêrazorê” li dar xist. Kongre ji bo guhdarîkirina li xelkê Dêrazorê û daxwazên wan pêk hat.

Endamê Yekitiya Parêzeran a Dêrazorê Ehmed Ek Keraf kongreyê wekî rêgeha sererastkirina şaştiyan nirxand û got: "Kongre piştî gelek hevdîtinên Rêveberiya Xweser ên li gel xelkê Dêrazorê pêk hat û li ser daxwaza şêx û rûspiyên herêmê hat lidarxistin. Armanca kongreyê li nêrînên şêniyan were guhdarîkirin û çareserî ji pirsgirêkan re werin dîtin.′′

El Keraf diyar kir ku eger biryarên kongreyê bi awayekî dirust pêk werin,  wê kar were rêxistinkirin û bawerî di navbera Rêveberiya Xweser û şêniyan de were xurtkirin, di heman demê de dê ewlehî, istiqrar û hevbeşiya li Dêrazorê bi giştî xurt bibin.

Endamê Rêxistinên Civaka Sivîl a Dêrazorê Elî El Hemadî anî ziman ku eger biryarên kongreyê pêk werin dê pêşketineke mezin li herêmê çêbibe û wiha domand: "Di kongreyê de nêrînên xelkê Dêrazorê û daxwazên wan hatin guhdarîkirin. Her wiha rewşa xizmetguzarî, aborî û ewlehî hatin nîqaşkirin. Gelek pêşniyar hebûn û tevahî di ber çavan re hatin girtin. Eger ev pêşniyar bikevin pratîkî, hingî wê şaştiyên berê werin telafîkirin, dê guhertineke li Dêrazorê pêk were, dê rewşa ewlehiyê baş bibe û dê pêşketinek mezin li herêmê çêbibe."

Rewşenbîr Mihemed El Elî diyar kir ku tevahî beşên civaka Dêrazorê beşdarî kongreyê bûn û got: "Tevahî beşên civakê ji rewşenbîr, siyasetmendar, şêx û rûspî û cotkar beşdarî Kongreya Xurtkirina Ewlehî û Aramiyê bûn. Ev pêngaveke erênî ye û derfeteke da ku li tevahî nêrîn û pêşniyar werin guhdarîkirin.′′

El Elî da zanîn ku ji bo pêkanîna biryarên kongreyê demek hatiye diyarkirin û destnîşan kir ku ev biryar dê di aliyê pêşxistina rewşên xizmetguzarî, aborî, civakî, bi taybetî rewşa ewlehiyê de xwedî roleke erênî bin.

Ji biryarên di kongreyê de derketin, sazûmaniya meclisên xwecih, qanûnsaz, rêveber, şaredarî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê ji nû ve werin birêxistinkirin û ji bo pêkanîna van biryaran 6 meh hatiye diyarkirin.

(bb)

ANHA